26 Mayıs 2012 Cumartesi

‘’Bedewiyên Avê’’ jî li dijî bendava İlisu ne!


Ev nivîs di malpera www.bas-news.net/kurdî de hatîye weşandin.
24/05/2012
Necat Keskîn
Heskîf: Erebên ji Başûrê İraqê ku wek Bedewyên Avê tên naskirin û ji bêavî her hejmara wan kêm dibe ji bo protesto kirina çêkirina bendava li ser çemê Diclê ku wek İlisu tê naskirin hatin Heskîfê. Wek tê zanîn bendava Ilısû ji xeynî gelek gûndan, bajarê Heskîfê ku bajarekî kevnare jî wê di bin avê de bihêlê. Ji bilî vê yekê bendên ku li ser Dicleyê werin çêkirin (İlisu  û Benda Cizîrê) wê Bedewî yên Avê jî bê av bihele û wê jiyana wayî heri kevnar û çanda wan jî bixe metirsiyê.
Ji bo vê mebestê mezinên Qebilêyên Bedewî yên Avê hatin Heskifê û li derbarê vê mijarê de daxwyaniyek dan. Di daxwiyanîyê de ragehandin ku ew İnsanê mezopotamya ne û dibêjin: “Em li Tirkîyê insanê Heskîfê û li Iraqê insanên kamirîyan (sazlık) e. Em bi alîkarîya Dicle gehşştin hevdû. Dicle rayê me yî hevpar, xêza jîyana meyî hevpar û dahatûya me ya hevpar e.”
Girgirekên Bedewiyan bibîrxistin ku xweza sînoran nasnake, û mîna Çemê Dicle di Heskîfê re derbas dibe û diçe jêr li nav kamirîyan cihekî avê nû çêdike. Lewra “hûn li jor çi çêbikin evê li jêr bandora xwe lê bike”.
“Mixabin ev Benda Ilısû wê vê pêwendîyê ji hevdû qût bike. Dahatûya me, mirasa çanda me, ekosistema ku em di nav de dijîn, hejayîyên ku em tevda par dikin bi projeya çêkirina Bendava Ilısû di bin xeterê de ne.”
Di daxwiyaniyê de dibêjin ku Bendava İlisu wê zerareke gelekî mezin bide jor û wiha berdewam dike: ‘’Ji bilî binavbûna bajarê Heskîfê wê 65.000 insan malên xwe winda bikin, ekosistem wê bê gûhartin û gelek jîndar jî wê qir bibin. Ji bilî vê metirsiya li jor, li jêr jî gelek insanên ku jiyana wan bi avê giredayiye, wê zerarê bibinin. Nemaze piştî çêkirina Benda Cizîrê ya ku dîsa wê li ser Dicle bê çêkirin, 6 milyon insan ku jiyana wan bi Çemê Dicle ve giredayî ye wê ber beavîyê û feqîrtîyê biçe.’’
Daxwiyanî wiha berdewam dike: ‘’Herwiha cihê ku em niha lê diminin, cihê meyî kevnar, şopa me, çanda me ku piştî 2004-ê bi zehmetî me vegerandiye şiklê berê wê careke din bikeve metirsiyê. Vê carê êdî kesek nikare xelas bike. Ji bo van mijaran, em bangî direktorê Programa Doralî ya Koma Miletan (UNEP), Achim Steiner dikin;
-Bandora Benda Ilısû û nemaze bandora wê ya li ser Kamirîyên Mezoptamya careke din bi hemû mûdexaleya navnetewî binirxînin.
- Ji Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan bixwazin ku careke din li ser  parastina Heskîf û Kamirîyên Mezopotamya bifikire.
-Zorê li Hikumeta Tirkî û Iraqê bikin daku li gor qanûna peymana Koma Miletan ya li ser avê (Peymana Reya Avê ya Koma Miletan) kar bikin.
-Li dijî alikarîya siyasi û ekonomik ya ji bo bendên mezin, konferansa Rio+20 ji bo kempanya ya bi kar bînin.
Di dawîya daxûyanÎyê tê gotin ku; ‘’Projeya Bendava İlisu, jiyana me, çanda me, axa me tevde û dinyaya ku em tevde tê dijîn tehdit dike. Ji Bona vê yekê em alîkarîya we dixwazin”.
Pişti daxwiyanîyê, bi gelê Heskifê, endamê Komela Doğa , endamê Natûre Iraq hemûyan evna imza kirin da ku ji Direktorê UNEP-ê re bişînin.
Bedewî yên Avê Kîne
Bedewî yên Avê (Marsh Arabs) yê ku li cîyê her dû çem (Firat û Dicle) digihijin hevdû jiyane xwe ya kevneşopî bi qasi 5 hezar sal e didomînin. Çand û şopa wan wek ku tê gotin hetanî bi Sûmer û Babîlan diçê. Ji 1991 û vir de rejîma berê ya Iraqê gelek qenal û tûnelên avê çekirin û bi vî awayî ava vêdê bi çolê de bir. Piştî kêmbûna avê Bedewî mecbûr man ku ji warê xwe koç bikin. Hejmara ku 1950-ê de 500 hezar bû, 2003-ê daketibû tenê 1.600 kesan . Wî wextî 
nêzîka 20 hezar kes li bajarên Iraqê û nezîkê 120 hezar kes jî li İranê bi rengekî penaber jiyana xwe didomandin.
Piştî hatina USA (Emerika) û ketina Saddam piçekî behna wan jî fereh bû, û bi alîkarîya projeyên nû ev cihê kevnar hatin rizgarkirin û gelek ji xelkê wan vegerîyan cihê xwe.  
İro bendên ku Devleta Tirkiyê li ser çemê Dicle çedikê ji bona van kesan jî tê wateya beavî, windakirina cih û çanda wan. Hetanî iro haya Bedewiyan ji vê mijarê nebû. Piştî agahdarbûna ji vê mijarê, hinek ji mezinên qebîlêyan gehiştin hev û bi alikarîya natûre Iraq û Komeleya Xwezayê (Doğa Derneği) ya Tirkiyê hatin Heskîfê ku careke din balê bikşînin ser Heskifê û ser Cihê xwe jî.
(Spasî ji John Crofoot re ji bo wêneyan).






http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=1875


Kesên ku dil dane Heskif'ê ji bo Heskîf'e civînekê bi kar tênin. Ji kereme xwe re li vê malperê binêrin..
http://www.hasankeyftebulusalim.com/

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder